Pankarta "Em ji Erdogan hez dikin" li Keleha Diyarbekirê darda kirin
Wekî bersiva îfadeya "Stop Erdogan" a li ser panoya reklamê ya li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê, li Diyarbekirê pankarta "Em ji Erdogan hez dikin" hat daliqandin.
Diyarbakir
Wekî bersiva îfadeya "Stop Erdogan" a li ser panoya reklamê ya li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê, li Diyarbekirê pankarta "Em ji Erdogan hez dikin" hat daliqandin.
Li hemberî îlana "Stop Erdogan" a ku li New Yorkê bi îmzeya "Silenced Turkey" hat weşandin, ji Diyarbekirê bertek hat nîşandan.
Pankarta "Em ji Erdogan hez dikin" li Birca Bizinan a Keleha Diyarbekirê darda kirin ku di Lîsteya Kelepora Cihanê ya UNESCOyê da ye.
Îlana "Stop Erdogan" a ku ji hêla komeke mensûbên FETOyê li ser şaşeyeke dijîtal a li nêzîkî Meydana Times a li New Yorkê hatibû weşandin, piştî ku bertek hatibûn nîşandan, hatibû rakirin.