Tirkiye

Pakistan heta ku pirsgirêka Keşmîrê neyê çareserkirin dê bi Hindistanê ra hevdîtin neke

Serokwezîrê Pakistanê Îmran Xan eşkere kir ku heta statuya Cammu Keşmîrê nekin wekî berê û qedexeya derketina derva neyê rakirin dê bi Hindistanê ra hevdîtin nekin.

Elif Orhan  | 19.09.2019 - Rojanekırın : 19.09.2019
Pakistan heta ku pirsgirêka Keşmîrê neyê çareserkirin dê bi Hindistanê ra hevdîtin neke

Ankara

 Serokwezîrê Pakistanê Îmran Xan ragihand ku heta statuya Cammu Keşmîra bin kontrola Hindistanê da neyê rewşa berê û qedexeya derketina derva neyê rakirin dê bi Hindistanê ra hevdîtinê nekin.

    Xan di daxuyaniya xwe da da zanîn ku heta statuya Cammu Keşmîrê nekin wekî berê û qedexeya derketina derva neyê rakirin dê bi Hindistanê ra hevdîtin nekin

    Hat ragihandin ku Serokwezîr Xan dê beşdarî Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ku dê li New Yorka bajarê Amerîkayê bê lidarxistin bibe û di axaftina xwe ya wir da li ser îxlalên mafên mirovan ên wir bisekine.

    Wezîrê Karên Derva yê Pakistanê Şah Mehmûd Qureyşî jî eşkere kir ku ji bo seyahata Amerîkayê ya Narendra Modiyê Serokwezîrê Hindistanê dê destûr nedin ku sehaya asîmanî ya Pakistanê bi kar bîne.

    Hindistanê di 5ê tebaxê da madeya 370emîn a destûra bingehîn a ku ji nîv sedsalê zêdetir bû îmtiyazê dida Cammu Keşmîrê betal kiribû û statuya xweser a herêmê ji holê rakiribû û Cammu Keşmîrê veqetandibû du axên yekîneyan.

    Piştî biryarê li herêmê hêzên ewlehiyê yên Hindistanê li Cammu Keşmîrê operasyonên asayîşê û pêkutiya xwe ya li ser gel zêde kiribûn û xetên ragihandinê birîbûn, hemû birêvebir û endamên partiyên li herêmê binçav kiribûn.

    Ji sala 1947an a ku ji Îngilistanê veqetiyan û serbixwe bûn vir va Cammu Keşmîr xwedî statuyeke taybet bû ku dikariya qanûnên xwe bixwe derxîne. vê statuya taybet nedihişt ku biyanî li herêmê bi cî bibin û bibin xwedî milk.


    Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
    İlgili konular
    Bu haberi paylaşın