SAKARYA
Serokê Lijneya Rêvebiriyê û Midûrê Giştî yê Anadolu Agencyê (AA) Kemal Ozturk dê li Sakaryayê beşdarî konferansa bi navê "Rojhilata Nû, Tirkiyeya Nû, Medyaya Nû" bibe.
Şaredariya Mezin a Sakaryayê dê di çarçoveya çalakiyên huner û çandê yên meha mijdarê de konferansekî li dar bixe. Mêvanê konferansê Midûrê Giştî yê AAyê Kemal Ozturk e. Ozturk dê li ser mijarên "Rojhilata Nû, Tirkiyeya Nû, Medyaya Nû" de biaxive.
Konferans wê li Navenda Çandê ya Adapazariyê (AKM) 13ê mijdarê roja pêncşemê çêbibe û wê di saet 19.00an de dest pê bike.