Osman Kavala hat girtin
Osman Kavala: "Îdiayên dibêjin min alîkarî daye hewla derbeyê ya 15ê Tîrmehê bêbingeh in."
Istanbul
Osman Kavalayê Serokê Lijneya Rêveberiya Anadolu Kultur AŞyê bi hinceta "Teşebisa ji holê rakirina pergala qanûna bingehîn" hat girtin.
Osman Kavalayê şikbar ê dozgeriya lêpirsînê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir, Hakimtiya Ceza Silhê ya 8an a Nobedar îfadeya wî hilda.
Kavala di îfadeya xwe da diyar kir ku 2 sal û 4 meh e bêhiqûqî girtî tê darizandin û wiha got: "Dadhega Cezayê Giran a 30yî do biryara beraetê tescîl kir û berê jî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî bi eşkeretî îlan kir ku ez meruzî binpêkirina mafan mame û nivîsa sewqê ya dozgeriyê ya îro êvarê jî nîşan dide ku binpêkirina mafan hê dewam dike. Wekî ku min di îfadeya xwe ya berê da gotibû îdiayên dibêjin min alîkarî daye hewla derbeyê ya 15ê Tîrmehê bêbingeh in."
Hakimtiya Nobedar diyar kir ku dema li giraniya sûcê doza Gezî Parkiyê mêze dikin ihtimala reva şikbar heye ji ber vê hikmê kontrola edlî têrê nake ji ber vê bi hinceta "Teşebisa ji holê rakirina pergala qanûna bingehîn" biryara girtinê da.