Tirkiye

Osman Kavala hat binçavkirin

Kavala piştî kontrola tenduristiyê birin Midûriyeta Ewlekariya Stenbolê

Önder Beyter  | 19.02.2020 - Rojanekırın : 19.02.2020
Osman Kavala hat binçavkirin

Istanbul

Serokê Lijneya Rêveberiyê ya Anadolu Kultur AŞyê Osman Kavala ku di doza bûyerên Parqa Geziyê da hat beraetkirin û texliyekirin, di çarçoveya lêpirsîna 15ê Tîrmehê hewildana derbeyê da hat binçavkirin.

Kavala ku di doza bûyerên Parqa Geziyê ya li Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya 30emîn da hat beraetkirin, piştî ku ji Girtîgeha Silivriyê hat texliyekirin, bi destê ekîbên polêsan hat wergirtin.

Ekîban Kavala ji vê derê birin kontrola tenduristiyê û dû ra jî derbasî Midûriyeta Ewlekariya Stenbolê ya li ser Kolana Vatanê kirin. Miemeleyên Kavala li vê derê dewam dikin.

Der heqê Kavala da di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ya dijî 15ê Tîrmehê hewildana derbeyê da bi erkê madeya 309emîn a Qanûna Cezayê ya Tirk ji ber sûcê "Hewildana Jinavbirina Pergala Destûrî" biryara binçavkirinê hatibû dayîn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.