Tirkiye

Operasyonên zivistanê yên Eren derbeyeke giran li PKKyê da

Kemal Karadağ  | 12.01.2022 - Rojanekırın : 12.01.2022
Operasyonên zivistanê yên Eren derbeyeke giran li PKKyê da

Ankara

Di 14 Operasyonên Zivistanê yên Eren ên cuda da yên ku bi kordîneya Wezareta Karên Navxweyî hatin kirin, heta niha 20 terorîst hatin berterefkirin, 339 şikeft, stargeh û depo hatin jinavbirin.

Li gorî agahiya ku peyamnêrê AAyê ji çavkaniyên Wezareta Karên Navxweyî stand, 14 Operasyonên Zivistanê yên Eren ên ku bi destê Fermandariya Giştî ya Cendirmeyê û Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê tên lidarxistin, digel şertên giran ên zivistanê didomin.

Ji 7ê Mijdara 2021ê vir va ku operasyona ewil dest pê kir, 1 jê sax, 19 kuştî 20 terorîst hatin berterefkirin. Her wisa 12 hezar û 171 komandoyên cendirme, tevgera taybet a cendirmeyê, tevgera taybet a polêsan û gundparêz beşdarî operasyonan bûn.

Di nava terorîstên berterefkirî da qaşo yên payebilind jî hene ku di lîsteya terorîstên lê digerin da ne. Ji xeynî vê, di operasyonan da 10 kesên hat tesbîkirin, têkiliya wan bi PKKyê ra heye, hatin qefaltin.

- Çekên lav û dijefiroke hatin girtin

Di operasyonan da 339 şikeft, stargeh û depo hatin jinavbirin. Her wisa 86 çekên ku di navê da dijefiroke, roketavêj, hawin, çeka nîşandar hene, 160 narincok, 51 teqemeniya destçêkirî, 260 funye, tonek û 653 kîlogram madeya teqînê, 28 dûrbîn, 22 bêtêl, 20 hezar û 754 muhîmat û gelek alavên jiyanê hatin bidestxistin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.