ADIYAMAN
Li Adiyamanê ji 14 kesên ku di operasyona terorê PKKê de hatibûn binçavkirin, jê 5 kes hatin girtin.
Bersûcên ku ji ber îdiaya endamtiya rêxistina terorê PKKê ji hêla tîmên Şaxa Tekoşîna Terorê ya Mûdiriyeta Ewlehiyê ya Bajêr hatibûn binçavkirin, jê 5 kes hatin girtin, 9 kes jî bi şerta serbestiya bikontrol hatin berdan.
5 kes di Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Zanîngeha Adiyamanê de ji hêla tenduristiyê ve hatin kontrolkirin. Piştî kontrolê tîman ew teslîmî girtîgehê kirin.
Tîmên Şaxa Tekoşîna Terorê ya Mûdiriyeta Ewlehiyê ya Bajêr di 27ê tîrmehê de li giştiyê bajêr di gelek navnîşanan de operasyonên hevdem kiribûn. Di operasyonan de 14 kes hatibûn binçavkirin.