ÎSTANBUL
Fenerbahçe û Shakhtar Donetsk ji bo bikaribin beşdarî Lîga Şampiyonan a UEFAyê bibin di pêşbirka ewil a tura jibartina pêş a 3yemîn de hatin hemberî hev.
Di pêşbirka ku li Qada Şukru Saraçogluyê hat kirin de ji her du tîman jî tu kes bi ser neket. Di pêşbirkê de tu gol jî nehatin avêtin û pêşbirk 0 û 0 bi beramberî qediya.
Her du tîm jî ji bo ku bi ser kevin li hemberî hev gelek hewl dan lê encam neguherî.
Di vê pêşbirkê de her du tîm jî ji bo pêşbirka rovanşê xwedî avantaj in.