Önder Beyter
03 Mijdar 2019•Rojanekirin: 04 Mijdar 2019
Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku navend Osmaniye di operasyona ku li dijî DEAŞê li 5 parêzgehan hat kirin da 7 kes hatin binçavkirin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî, ji bo deşîfrekirina fealiyetên rêxistina terorê DEAŞê, bi destê Fermandariya Giştî ya Cendirmeyê navend Osmaniye duh li Stenbol, Gazîentab, Kilîs û Bursayê operasyona hevdem hat lidarxistin.
Hat tesbîtkirin ji 7 kesên ku di operasyonê da hatin binçavkirin yek jê qaşo berpirsê kampên perwerdeyê yên rêxistina terorê DEAŞê ye ku salane perwerde dida hezar û 500-2 hezar şervanên biyanî yên terorîstên û herwiha di heman demê da jî wekî "emîrê zekatê" yê DEAŞê fealiyet kiriye.
Herwiha hat tesbîtkirin, 2 endamên din ên DEAŞê jî berpirsê çek, techîzat û lojîstîk ê kampên rêxistinê yên perwerdekirina şervanên biyanî yên terorîst bûne.
Herwisa hat tesbîtkirin, her 4 edamên mayîn jî di nava DEAŞê da di astên cuda da fealiyet meşandine.
Di lêgerînên navnîşanên binçavkiriyan da hêzên ewlekariyê dest danîn ser gelek materyalên dijîtal ku li ser van lêkolînan bikin.