İsmet Karakaş
14 Gulan 2024•Rojanekirin: 15 Gulan 2024
Serokê 3yemîn Daîreya Hiqûqê ya Yargitayê Omer Kerkez bi 193 dengan, ji bo 4 salan weke Serokê Yargitayê hat hilbijartin.
Serokê Yargitayê Mehmet Akarca 24ê Gulana 2020an weke hatibû ser wezîfeyê, ji ber ku 24ê adarê mîada wî ya 4 salan temam bû, endamên Yargitayê 25ê adarê roja duşemê çûbûn ser sindoqê.
Ji ber ku di 36 turên serî da kesê 15 den ku piraniya reha ya 348 endamên Yargitayê ye, bi beşdariya Akarca û Kerkez 37emîn tura dengdayinê hat kirin.
Di encama dengdanê da Akarca 103, Omer Kerkez jî 193 deng sitand. Hejmara beşdariyê 324 bû, 8 dengên vala hatin avêtin, 20 deng jî ne derbasdar hatin hesibandin.
Bi vê encamê ra hejmariya reha ya piraniyê hat dîtin û Kerkez ji bo 4 salan weke Serokê Yargitayê hat hilbijartin.