Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu, li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihand ku zanyarê Tirk Oktay Sînanoglu, wefat kir.
Çavuşoglu wiha got: "Xwedê rehma xwe li Prof. Oktay Sînanoglu bike. Ji bo cinazê wî bînin Tirkiyeyê Serkonsolosiya me ya Mîamiyê dixebite."
Prof. Oktay Sînanogluyê ku wekî "Eînsteînê Tirkiyeyê" dihat nasîn, li nexweşxaneya Mîamiya bajarê DYAyê dihat tedawîkirin.
Li ser hesabê facebookê yê ku ser navê Sînanoglu hat vekirin jî wiha hat nivîsîn: "Birêz mamosteyê me, zanyarê biqîmet, rûmeta welatê me, şoreşgerê ziman, hezkiriyê welat û gelê xwe Oktay Sînanoglu duh bi şev di saet 03.00an de wefat kir. Xwedê rehma xwe li mamosteyê me bike û serê xanima wî Dîlek Sînanoglu û hemû hezkiriyên wî sax be."