Tirkiye

"Ji bo îstiqrar, vegera Sûriyeyiyan û têkoşîna terorê girîng e"

Wezîr Çavuşoglu der heqê li Sûriyeyê herêma ewle da got, "Îstiqrar, vegera Sûriyeyiyan, di têkoşîna terorê da girîng e. Em ê hevdîtinên xwe bi Amerîkayê ra bidomînin"

İbrahim Atmaca  | 17.01.2019 - Rojanekırın : 18.01.2019
"Ji bo îstiqrar, vegera Sûriyeyiyan û têkoşîna terorê girîng e"

Ankara

ANKARA 

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu bal kişand ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji destpêka krîza Sûriyeyê heta niha li Sûriyeyê mijara herêma ewle tîne rojevê û wiha dewam kir, "Ji bo îstiqrara herêma bakur a Sûriyeyê jî girîng e, birayên me yên Kurd di serî da ji bo vegera Sûriyeyiyên ku heta niha venegeriyane Sûriyeyê jî girîng e, têkoşîna terorê jî tê da ji gelek aliyan va girîng e. Em ê ji bo vê mijarê axaftin û hevdîtinên xwe bi Amerîkayê ra bidomînin."

Çavuşoglu bi Wezîrê Karên Derva yê Makedonyayê Nikola Dimitrov ra li Avahiya Fermî ya Wezareta Karên Derva civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist.

Çavuşoglu diyar kir ku mijara herêma ewle ya ku Serokê Amerîkayê Donald Trump qalê dike jixwe Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji destpêka krîza Sûriyeyê heta niha li Sûriyeyê mijara herêma ewle tîne rojevê û wiha dewam kir:

"Li vê derê ya girng ew e ku der heqê mijara herêma ewle da Tirkiye û Amerîka wek hev difikirin an na, wê di hevdîtinan da kifş bibe. Hevdîtina ewil jixwe duh di navbera Sererkanê me (Orgeneral) Yaşar (Guler) Paşa û (Sererkanê Amerîkayê Orgeneral Joseph) Dunford da li Brukselê hat kirin. Hevdîtin wê di navbera eskerên me da, saziyên me yên din da, em ê jî jixwe wek wezîrên karên derva di vê mijarê da ji aliyê Amerîkayê ra biaxivin. Ev herêma ewle ya ku Serokomarê me ji destpêkê heta niha diarêze ji bo îstiqrara herêma bakur a Sûriyeyê jî girîng e, birayên me yên Kurd di serî da ji bo vegera Sûriyeyiyên ku heta niha venegeriyane Sûriyeyê jî girîng e, têkoşîna terorê jî tê da ji gelek aliyan va girîng e. Em ê ji bo vê mijarê axaftin û hevdîtinên xwe bi Amerîkayê ra bidomînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.