Ahmet Aydın
08 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 09 Berfanbar 2015
MARDİN
Nûnerên komelaya Siryanan li Midyada Navçeya Mêrdînê, êrîşa teroriya dijî Mizgefta dîrokî ya Fatih Paşa ya berhema Osmanî li Sûra navçeya Diyarbekirê, şermezar kirin.
Serokê Desteya Rêvebirinê ya Weqfa Dêrên Siryanî Anto Nuay di daxuyaniya xwe da ji bo nûçegihanê AAyê destnîşan kir ku Mizgefta Fatih Paşa ya Diyarbekirê berhemeke dîrokiya giring e û xemgîniya xwe ji zererdayîna avahiyên dîrokî anî ziman.
Nuay bûyer şermezar kir û got, "Êrîşên dijî perestgehan nayên qebûlkirin. Em weke siryanan vê bûyerê şermezar dikin."
"Ev kêmahiyeke mirovahiyê ye, qetlîama dîrokê ye"
Serokê Komeleya Çandî ya Siryanan li Midyadê û wezîfedarê Dêra Siryanî ya Mor Barsomê Ayhan Gurkan destnîşan kir ku weke civaka siryanî li dijî hemî cureyê xerabkirinê ne û hemî êrîşên dijî perestgeh, mirov û siruştê şermezar kir.
Gurkan axaftina xwe wiha domand, "Bavûkalên me ev mîrata hezar salî ji me ra hiştiye. Ev ji bo me barekî mezin e. Di sitûyê me da ye, da em jî teslîmê zarok û neviyên xwe bikin. Lê mixabin îro ew mîrat di encama êrîş û şewatê da dirûxe û hildiweşe. Ev kêmahiyeke mirovahiyê ye, qetlîama dîrokê ye."