Tirkiye

Nîvgirava Çarpanakê ya ku bi kulîlkan xemiliye, bala siruşthezan dikşîne

Ali Çelik  | 21.04.2025 - Rojanekırın : 30.04.2025
Nîvgirava Çarpanakê ya ku bi kulîlkan xemiliye, bala siruşthezan dikşîne

Van

Nîvgirava Çarpanakê ya li Wanê van rojan ji ber darên mişmiş û behîvan ên ku kulîlk vedane va xemiliye, bala siruşthez û wênekêşan dikşîne.

Nîvgirava ku li bakurê rojhilatê Gola Wanê bi hatina biharê va zindî bû, daran kulîlk veda û dîmenên xweş derketin holê.

Kesên siruştê hez dikin û wêneyan dikşînin ji bo ku van dîmenan bibînin, bêhna xwe bidin û li sirûştê dema xwe derbas bikin bi keştiyan çûn Nîvgirava Çarpanakê.

Kesên ku hatin vê nîvgirava ku 40 kîlomêtro li dûrî navenda bajêr e li vir meşiyan, seyranê kirin û wêne kişandin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.