Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê di "Roja Dayikan" da jî didome
Diyarbakir
Dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin ewladên xwe li pêş avahiya berê ya Serokatiya Bajêr a HDPyê nobeta rûniştinê dabûn destpêkirin di Roja Dayikan da jî çalakiya xwe didomînin.
Çalakiya rûniştinê ya malbatên ku rêxistina terorê PKKyê zarokên wan revandine serê çiyê, di 3yê Îlona 2019an da li ber avahiya HDPyê ya parêzgehê dabûn destpêkirin, di roja xwe ya 2078an da didome.

Suna Kepolu Atamana Parlamentera AK Partiyê ya Diyarbekirê, Hatice Atana Mişawira Wezîrê Karên Navxweyî, Mervenur Seyit Beşeya Seroka Şaxa Jinan a AK Partiyê ya Parêzgehê û nûnerên hin saziyên civaka sivîl, çûn ziyareta dayikên ku çalakiya xwe ya rûniştinê didomînin.
Ataman û Atanê digel kesên bi xwe ra Roja Dayikan a dayikên di nobetê da pîroz kir û her wiha qurnefîl dan dê û bavan û bi wan ra sohbet kirin.
Atamana parlamenter ji rojnamegeran ra diyar kir ku wan xwest di Roja Dayikan da li cem dayikên Diyarbekirê bin û lewma ew hatin ziyareta wan.
Atamanê wiha got:
"Tirkiyeya Bêteror hêvî û daxwaza me hemûyan e. Di Tirkiyeya nû da êdî çîrok, jiyan û hewldanên nû dê hebin. Dayikên şehîdan di serî da ez roja dayikan a dayikên Filistînî û wan dayikên din pîroz dikim ku ji ber ewladên xwe, kezeba wan dişewite."
Atana Mişawira Wezîr jî bal kişand ku bi saya serê çalakiya rûniştinê 61 zarok gihîştin malbatên xwe û der barê pêvajoya "Tirkiyeya Bêteror da jî wiha got, "Pêvajoyekê dest pê kir. Birêz Devlet Bahçeli axaftinek kir. Birêz Serokomarê me piştgirî da vê pêvajoyê. Ji aliyekî va jin û dayikên me yên ku ewladên wan ji bo welêt şehîd bûne û ji aliyekî din va jî dayikên Diyarbekirê dê piştgiriyê bidin vê pêvajoyê."

Atanê got ku wan silavên Serokomar Erdogan û Wezîrê Karên Navxweyî Ali Yerlikaya anîne û wiha dewam kir:
"Eger ku mezinên me bedena xwe kiribê binê xîm li vir ya ku dikeve ser milêm me jinan ser milên dayikan ew e ku em piştgiriyê bidin wan. Ez wekî xizmê şehîdek dibêjim ku me bi salan ji bo welêt bedel dan, me ewladên xwe ji bo welêt da. Ji bo carekê din ewladên me ji destê me neçin divê îro roj ya ku dikeve ser milên me em bi cih bînin. Yên ku wê li welêt aştiyê pêk bînin dîsa jinên me ne."
Mevlude Uçdaga ku ev 10 salin ji lawê xwe Ramazan dûr e got ku ew hêvî dike ku di kurtedemekê da lawê wê vegere.
Hatice Leventê jî got wê pir bêriya keça xwe Fadîmeyê kiriye û heta ku keça wê vegere wê nobeta xwe bidomîne.
Piştî axaftinan ber bi esman va balon firandin.

