Tirkiye

Nifusa Tirkiyeyê bû 86 milyon û 92 hezar û 168

Mert Davut  | 09.02.2026 - Rojanekırın : 09.02.2026
Nifusa Tirkiyeyê bû 86 milyon û 92 hezar û 168

Ankara

Nifusa Tirkiyeyê di sala 2025an da li gor salek berê 427 hezar û 224 kes zêde bû û bû 86 milyon û 92 hezar û 168.

Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) Encamên Pergala Qeyda Nifusê ya Li Gor Navnîşanê ya 2025an weşand.

Li gorî vê, nifusa Tirkiyeyê ya ku di sala 2024an da 85 milyon û 664 hezar û 944 kes bû, par 427 hezar û 224 kes zêde bû û bû 86 milyon û 92 hezar û 168.

Rêjeya nifusa mêran ji sedî 50,02 (43 milyon û 59 hezar û 434 kes) û rêjeya nifusa jinan jî wek ji sedî 49,98 (43 milyon û 32 hezar û 734) kes hat qeydkirin.

Rêjeya zêdebûnê ya nifusê ya salane di sala 2024an da di hezarî da bû 3,4, di sala 2025an da jî ev rêje di hezarî da derket 5an.

Rêjeya kesên ku li bajar û navçeyan dijîn di 2024an da ji sedî 93,4 bû, lê di 2025an da bû ji sedî 93,6.

Rêjeya kesên ku li bajarok û gundan dijîn jî ji sedî 6,6an dakete ji sedî 6,4an.

Nifusa kesên biyanî yên ku li Tirkiyeyê dijîn jî li gor salek berê 38 hezar û 968 hezar zêde bû û bû milyonek û 519 hezar û 515.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın