Nifûsa Tirkiyeyê ji 1ê Cotmehê pê va ji 85 milyon û 980 hezarî derbas kir
Ankara
Nifûsa Tirkiyeyê ji 1ê Cotmehê pê va derket 85 milyon û 980 hezar û 654 kesan.
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) îstatîstîkên nifûsê ku sê mehan carekê tê bidestxistin, eşkere kirin.
Li gor îstatîstîkan, nifûsa welêt ku di dawiya 2024an da 85 milyon û 664 hezar û 944 bû, di 9 mehên îsal da 315 hezar û 710 kes, di heyama 1ê Tîrmehê-1ê Cotmehê da jî 155 hezar û 800 kes lê zêde bû.
Bi vî awayî nifûsa welêt ji 1ê Cotmehê pê va derket 85 milyon û 980 hezar û 654 kesan.
Rêjeya nifûsa mêran ji sedî 50,02 (43 milyon û 3 hezar û 770 kes), rêjeya nifûsa jinan ji sedî 49,98 (42 milyon û 976 hezar û 884 kes) hat qeydkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
