Newala Mûradê ya ku biharê di binê berfê da ma, bi dronê dîmena wê ya bi şev û nava rojê hat kişandin
Ağrı
Li Giyadîna navçeya Agiriyê Newala Mûradê biharê jî di binê berfê da ma û bi dronê dîmena wê ya bi şev û nava rojê hat kişandin.
Newala Mûradê navê xwe ji Çemê Mûradê hildide ku ev çem ji newalê ra derbas dibe. Di newalê da dirêjahiya zinaran cî bi cî 50 mêtre ye û dirêjahiya newalê jî çendîn kîlomêtre ye. Newal her demsal mazûvaniya siruşthezan dike.
Bi ketina berfa çend rojên dawîn ra newal cardin bi berfê nixumî.
Bi dronê va dîmena newalê ya bi şev û nava rojê hat kişandin û gelî bi şev bi lembeyên kuçeyan û roniya navçeyê va xemilî.
