Tirkiye

New York Times: Balafira Ukraynayê bi du fuzeyên Îranê hat xistin

Rojnameya New York Times dîmeneke nû weşand ku tê da dixuyê, du fuzeyên Îranê li balafira rêwiyan a Rêhewayên Ukraynayê dikevin.

Önder Beyter  | 15.01.2020 - Rojanekırın : 15.01.2020
New York Times: Balafira Ukraynayê bi du fuzeyên Îranê hat xistin

New York

 Rojnameya New York Times dîmeneke nû weşand ku tê da dixuyê, du fuzeyên Îranê li balafira rêwiyan a Rêhewayên Ukraynayê dikevin.

Dîmenên nû ku ji hêla Îraniyekî hat kişandin û li Youtubeê hat barkirin û herwiha ji aliyê New York Timesê jî hat analîzkirin, nîşan dide ku balafira rêwiyan a Ukraynayê çend deqîqe piştî ku ji Tehranê bi firê dikeve, bi du fuzeyên Îranê ku 30 saniye pey hev tên agirkirin, tê lêxistin.

Di nûçeyê da hat diyarkirin ku fuze ji baregeha eskerî ku bi qasî 13 kîlomêtro dûrî balafirê ye hatin agirkirin.

Balafirgeha rêwiyan ya cure Boeing 737 ku ji Balafirgeha Navneteweyî ya Tehran Îmam Xumeynî ber bi Kieva Ukraynayê bi firê ketibû, 8ê rêbendanê roja çarşemê serê sibehê kurtedemek piştî rabûnê, ketibû xwarê û 176 kesên tê da miribûn.

Rêveberiya Tehranê îdiayên balafir bi destê artêşa Îranê hat xistin, red kiribûn lêbelê 3 roj piştî bûyerê Sererkaniya Îranê li xwe mikûr hatibû ku balafira rêwiyan wekî "fuzeya cruise" hat têgihiştin û lewma jî bi fuzeya menzîlkurt "bi xeletî" hat lêdan.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.