Tirkiye

Navendên turîzma Rojhilatê Başûr Gazîentab û Şanliurfa bi muzeyên xwe balê dikişînin

Eşber Ayaydın, Adsız Günebakan  | 18.05.2022 - Rojanekırın : 22.05.2022
Navendên turîzma Rojhilatê Başûr Gazîentab û Şanliurfa bi muzeyên xwe balê dikişînin

Şanlıurfa

Gazîentab û Şanliurfaya ku ji navendên turîzmê yên Başûrê Rojhilatê ne, bi Muzeya Mozaîq a Zeugma û Muzeya Arkeolojiyê ya Şanliurfayê va bala meraqdarên dîrokê dikişînin.

Li Şanliurfayê dîroka Girê Miraza heta 12 hezar salan diçe û di Lîsteya Mîrata Cîhanê ya UNESCOyê da ye. Piştî ku derxistin ser rûyê dinyayê gelek kes ziyaret dikin. Li herêmê vekolan hê dewam dike û eserên ku ji binê erdê dertên, di muzeyan da tên pêşandin.

Muzeya Mozaîkê ya Zeugmayê li Gazîentabê 25 hezar jê ser girtî li qadeke 30 hezar metreqereyî hatiye avakirin û di nav cihên ku turîstên xwemalî û biyanî herî zêde eleqeyê nîşan didin da ji cihên sereke yek e. "Keçika Qereçî", "Peykerê Marsê", kaniyên dewra Romayê û mozaîkên vîllayên kêleka Çemê Feratê di vê muzeyê da tên pêşandin.

Perçeyên mozaîka "Keçika qereçî" piştî 52 sal şûnda ji Amerîkayê îadeyî Tirkiyeyê kirin û 12 perçeyên wê jî di muzeyê da tên pêşandin. Muzeyê "Xelata Mezin a Çand û Hunerê ya Serokomariyê" standiye.

Di muzeyê da dêrên Dewra Antîk a vê axiriyê, îkonografiya Suryanî û Xristiyanan jî heye. Bi qasî dîroknasên hunerê û arkeologan, gelek meraqdarên dîrok û çandê jî muzeyê ziyaret dikin.

- Ji 500 hezarî zêdetir ziyaretvan tên payîn ku Muzeya Mozaîkê ya Zeugmayê ziyaret bikin

Midûrê Muzeya Gazîentabê Ozgur Çomak daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir di qada turîzmê da muze xwedî cihekî girîng in û ragihand ku ji serê salê vir va 110 hezar ziyaretvan hatin serdana Muzeya Mozaîkê ya Zeugmayê û wiha domand: "Heta dawiya salê ev jimar wê zêdetir be û em wisa bawer dikin wê bigihêje 500 hezarî. Bajarê me bajarê muzeyan e û tevlî yên taybet 20 muzey li bajêr hene. Di van muzeyan da qala çanda Gazîentabê tê kirin. Di qada turîzmê da keda muzeyan gelek e. Lewra muze çandên heyî ne."

- Muzeya Arkeolojiyê ya Şanliurfayê

Muzeya Arkeolojiyê ya Şanliurfayê ku nêzî Gola Masiyan e xwedî qadeke 60 hezar metreqereyî ye û 35 hezar metreqereyê wê girtîye. Berhemên li wê derê ên pêşandin gorî kronolojiyê hatine rêzkirin.

Berhemên ji Girê Miraza û Karahantepeyê tên derxistin û mozaîkên li serê jinên Amazonê hatine neqişkirin bala ziyaretvanan dikişînin û bi hûrgilî li wan mêze dikin.

Kevirên li serê nexşeyên meriv û heywanan hene, kêlik û kitabe jî li Muzeya Arkeolojiyê tên pêşandin û gelek berhemên lê hene ziyaretvanan hînî gelek agahiyên nû dikin.

Midûrê Muzeya Arkeolojiyê ya Şanliurfayê Celal Uludag bi bîr xist ku muzeya di sala 2015an da ji alî Serokomar Recep Tayyîp Erdogan va hatiye vekirin hersal bi hezaran turîstên xwemalî û biyanî diezimîne.

Uludag bal kişand, li muzeyê ji xeynî berheman pir cih didin drama û sepanên dijîtal jî ku bi vê yekê ziyaretvan, serdemên dîrokî çêtir fêm dikin.

Uludag her wiha got ku kêfa ziyaretvanên zarok jî pir bi muzeyê ra tê û wiha dewam kir:

"Di hundirê muzeyê da bi qasî 10 hezar berhem tên nîşandan. Ev berhem li gorî serdeman carinan diguherin, berhemên ji erdê tên derxistin tên nîşandan. Di meneya Çaxa Neolîtîk da em ji Muzeya Arkeolojiyê ya Şanliurfayê ra dikarin bêjin muzeya herî baş. Nexasim hemû berhemên ji Girê Miraza hatin derxistin, di Muzeya Arkeolojiyê ya Şanliurfayê da tên nîşandan. Ji xeynî van berhemên Karahantepeyê ya ku kolan lê berdewam e, berhemên Taş Tepelerê hemû di Muzeya Arkeolojiyê ya Şanliurfayê da tên parastin û nîşandan. Bi xebatên vekolanê yên didomin va muze dê dewlemendtir be."

Uludag her wiha got ku di hundirê kompleksa muzeyê da di Muzeya Mozaîqê ya Heleblîbaxçeyê ya 5 hezar metreqare mezin da nimûneya ewil a mozaîqê ya "Jinên Amazonê" heye û wiha got:

"Li Muzeya Arkeolojiyê ya Şanliurfayê hejmara ziyaretvanan jî pir baş e, nexasim piştî pandemiyê di dawiya meha nîsanê pê va hejmara ziyaretvanan derket 80 hezarî. Ji hêla Wezareta me projeyên girîng tên meşandin. Bi van projeyan va bala ziyaretvanan jî zêdetir dibe. Ziyaretvanên tên vir wextekî pir xweş derbas dikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.