Tirkiye

Navend Stenbol li 7 bajaran operasyona dijî DHKP/Cyê

Başak Akbulut Yazar, Halil Demir  | 03.12.2021 - Rojanekırın : 03.12.2021
Navend Stenbol li 7 bajaran operasyona dijî DHKP/Cyê

Istanbul

Navend Stenbol li 7 bajaran li dijî DHKP/Cya rêxistina terorê operasyon hat kirin, ji 43 şikbarên ji bo wan biryara binçavkirinê hatibû dayîn 25 kes hatin girtin.

Di çarçoveya lêpirsîna dijî DHKP/Cya rêxistina terorê ya çekdar ya Buroya Sûcên Rêxistinî û Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dimeşîne da di 15ê cotmehê da operasyon hatibû kirin û di operasyona dijî 126 şikbaran da hin kes hatibûn binçavkirin û li gor îfadeyên wan xebat hatin kirin.

Hin binçavkiriyan ji hikmê poşmanbûnê îstifade kirin û di îfadeyên xwe da agahî dan, di encama van îfadeyan da 43 şikbar hatin tesbîtkirin.

Li ser vê ekîbên ewlekariyê li Stenbol, Sêwas, Samsûn û Îzmirê ji bo binçavkirina 21 şikbarî, ekîbên cendirmeyan jî li Stenbol, Enqere, Yozgat û Denîzliyê ji bo binçavkirina 22 şikbaran operasyonên hemdem kirin.

Di operasyonan da 25 şikbar hatin binçavkirin, gelek dokuman amûrên dijîtal hatin girtin.

Ji bo binçavkirina 18 şikbaran jî xebat dewam dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın