Navend Stenbol li 10 parêzgehan operasyona qaçaxçîtiya çekan
Di operasyonê da 53 demançe, 7 tifingên nêçîrê û 5 hezar û 100 fîşeng hatin bidestxistin, 4 jê polês 75 kes hatin binçavkirin
Istanbul
Navend Stenbol di operasyona ku li 10 parêzgehan hat lidarxistin da 4 jê polês 75 kesên ku tê îdiakirin, çekên ku çêdikin dixin piyaseyê û pê bi neheqî pere qazanc dikin, hatin binçavkirin.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Dijî Sûcên Organîze li ser îstixbarata ku rêxistineke sûcê di atolyeyan da dereqanûnî çekan çêdike û dixe piyaseyê, dest bi xebatê kirin.
Di çarçoveya lêpirsîna navborî da li Îstanbul, Konya, Kocaelî, Aydin, Îzmir, Van, Bîngol, Duzce, Sakarya û Bursayê ekîban operasyon birin ser 129 navnîşanên ku 3 jê jî atolye ne û ji 106 kesên ku der heqê wan da biryara binçavkirinê heye, 4 jê polês 75 berşik binçav kirin.
Di lêgerînên li navnîşanan da 53 demançe, 7 tifingên nêçîrê û 5 hezar û 100 fîşeng hatin bidestxistin.
Hat ragihandin li ewlekariyê miemeleyên berşikan berdewam in û xebatên desteserkirina 31 firariyan jî dewam dikin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.