Tirkiye

Navend Şanliurfa di operasyona dijî DEAŞê da 8 şikbar hatin girtin

Eşber Ayaydın  | 30.07.2025 - Rojanekırın : 31.07.2025
Navend Şanliurfa di operasyona dijî DEAŞê da 8 şikbar hatin girtin

Şanlıurfa

 Navend Şanliurfa li du bajaran di operasyona dijî kesên ku piştgiriya aboriyê didin DEAŞa rêxistina terorê û di nav rêxistinê da çalakiyên çekdarî dikin da 8 şikbar hatin girtin.

Bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Şanliurfayê ekîbên Têkoşîna Dijî Terorê ya Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan (TEM) û Midûriyeta Şaxa TEMê ya Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr di 4ê Tîrmehê da operasyonek kirin û şikbarekî ku ji bo rêxistina terorê 28 milyon lire berhev kiriye hat girtin û piştî vê lêpirsîn hat berfirehkirin.

Ekîban ji bo girtina şikbarên ku piştgiriya aboriyê didin rêxistina terorê, yên ku bi neqanûnî ketine Tirkiyeyê û yên ku berê di nav rêxistina terorê da çalakiyên çekdarî kirine xebat dan destpêkirin.

Li Şanliurfa û Batmanê operasyoneke hevdem hat kirin û 8 şikbar hatin binçavkirin.

Ji bo 2 şikbarên din jî bên girtin xebat dewam dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın