Navend Enqere li 6 parêzgehan operasyona FETOyê
Ankara
Ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di çarçoveya lêpirsîna dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da li 6 parêzgehan ji bo 36 berşikan biryara binçavkirinê hat dayîn ku di navê da parêzer jî hene.
Li gorî daxuyaniya Serdozgeriyê, di çarçoveya navrêzkirin, lêgerînên bi têlefonê yên li ser hev, qeydên HTSyê, îfadeyên dijber û teşxîsan da yên di lêpirsîna der heqê xwendenkarên ku ji Fakulteya Zanistên Ewlekariyê ya Serokatiya Akademiya Polêsan hatin avêtin da berşik hatin tesbîtkirin.
Di vê çarçoveyê da ji bo qefaltina 36 berşikên ku di navê da 12 parêzer û stajyerên parêzeriyê jî hene, li 6 parêzgehan biryara operasyonê hat dayîn.
Xebatên qefaltina berşikan didomin.