Tirkiye

Navend Edene li 11 bajarî operasyona bertîl û xapandinê

Haydar Şahin  | 19.02.2021 - Rojanekırın : 20.02.2021
Navend Edene li 11 bajarî operasyona bertîl û xapandinê

Adana

Navend Edene li 11 bajarî di çarçoveya lêpirsîna bertîlê da ji bo 46 şikbaran biryara binçavkirinê hat dayîn, ji wan 41 kes hatin binçavkirin.

Ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Organîze û Qaçaxçîtiyê ya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr agahî hildan ku bêusil reçete tên nivîsandin û bi neheqî qezencê bi dest dixin û zirarê didin dewletê, dermanên dibê ji bo şêrpençeyê werin bikaranîn jî ji bo nexweşan naxebitînin û difroşin Azerbeycan, Sûriye, Îran û Iraqê, dermanên dibê bi reçeteya kesk werin firotin jî bê reçete difroşin û bazirganiya hişbirê dikin. Ekîban li ser vê dest bi xebatan kir.

Di çarçoveya lêpirsînê da ekîban Edene navend li 11 bajarî operasyon birin ser alîkarekî midûr ê li Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr, 4 doxtor, 2 xebatkarên navenda tenduristiyê, 2 biyolog, 9 dermanfiroş, 13 dermanxane û xebatkarên saziyên dermanan bi tevahî 46 kesan.

Di operasyonê da Y.C. jî tev 41 şikbar hatin binçavkirin.

Şikbarên di operasyonê da hatin binçavkirin piştî kontrola tenduristiyê birin ewlekariyê.

Wekî mayîn hat îdiakirin ku şikbaran di nav hev da 12 milyon û 523 hezar û 111 lire pere transfer kirine.

Ji bo derdestkirina 5 kesên li navnîşanên xwe nehatin dîtin xebat dewam dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın