Tirkiye

Navber dan xebatên derxistina cesedên keleka li Behra Wanê binav bibû

Haydar Şahin  | 11.07.2020 - Rojanekırın : 12.07.2020
Navber dan xebatên derxistina cesedên keleka li Behra Wanê binav bibû

Van

Navber dan xebatên ji bo derxistina cesedên di keleka li nêzî Girava Çarpanakê ya li Behra Wanê binav bibû da dihatin meşandin.

Li Altinsaça taxa Gevaşê kelek derketibû rê û paşê jê tu xeberek nehatibû hildan. Ji bo derxistina kelekê û cesedan îro ber destê sibê dest bi xebatan kiribûn.

Ekîbên Ewlekariya Navxweyî ya Cendirmeyan, JAK, Ewlekariya Peravê, Midûriyeta Ewlekariyê, AFAD, UMKE û tenduristiyê, ekîbeke Hêzên Behrê, tîma ji 6 kesan pêk tê ya Wezareta Parastina Neteweyî ji Stenbolê şand li perava Girava Çarpanakê xebat meşandin.

Ji bo ku sibê dewam bikin navber dan xebatên bi 4 ROW û 4 cîhazên sonarê dihatin kirin.

Di daxuyaniya walîtiyê da wiha hat gotin: "Navber dan xebatên ji bo derxistina kelek û cesedan. Piştî pîlankirina lazim dike ji sibê pê va xebatên dewam bikin."

- Bûyer

Li Altinsaça gundê Gevaşa navçeya Wanê 27ê Hezîranê ji Sedat û Medenî Akbaşê ku bi keleka xwe ajotin nava Behra Wanê demeke dirêj xeber nehat hildan û li ser vê mixtarê taxê îxbar kiribû ku du kes winda ne.

Li ser vê firokeyên bi kamerayên termal, ÎHA û botan va li ser û dora golê dest bi xebatên lêgerînê kirin, di 8ê tîrmehê da kelek li perava Girava Çarpanakê hatibû dîtin û 106 mêtre di binê avê da bû. Ji ber vê 5 kes Medenî Akbaş jî tev hatibûn girtin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın