Tirkiye

Namzedên hecîtiyê wê bikaribin kar û barên xwe li ser sepana "Saudi Visa Bio"yê bikin

Fırat Taşdemir  | 23.12.2025 - Rojanekırın : 23.12.2025
Namzedên hecîtiyê wê bikaribin kar û barên xwe li ser sepana "Saudi Visa Bio"yê bikin

Ankara

Kesên ku ji bo heca 2026 qeydên xwe çêkirine, wê bikaribin kar û barên xwe yên vîzeyê li ser sepana mobîl a "Saudi Visa Bio"yê çêkin.

Li gor daxuyaniya ku bi vîdeoyekê va li ser malpera înternetê ya Midûriya Giştî ya Xizmetên Hec û Umreyê ya Serokatiya Kar û Barên Diyanetê hat dayîn, kesên ku wê herin hec ji wan hat xwestin ku bi maila xwe va li ser sepanê kar û barên xwe yên aktîvasyonê kuta bikin.

Divê namzedên hecîtiyê paşê daneyên xwe yên biyometrîk ku tê da resma ser pasaportê, şopa rû û tiliyên wan hene, li pergalê bar bikin.

Di vîdeoya ku hat parvekirin da tê terîfkirin bê ka wê kar û barên vîzeya hecê çawa tê çêkirin.

Kesên ku ji sepana Saudi Visa Bioyê fêm nakin, dikarin li nimreya "0850 260 13 13"yê ya Midûriya Giştî ya Xizmetên Hec û Umreyê ya Serokatiya Kar û Barên Diyanetê bigerin û xwe serwext bikin. Her wiha dikarin biçin miftîtiyên bajar û navçeyan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın