Tirkiye

Namzedê serokomariyê yê CHPyê Muharrem Înce raya xwe da

Namzedê serokomariyê yê CHPyê Muharrem Înce li Dibistana Navîn a Saffet Çam a Yalovayê raya xwe da.

Türkan Tosun  | 24.06.2018 - Rojanekırın : 25.06.2018
Namzedê serokomariyê yê CHPyê Muharrem Înce raya xwe da

Yalova

YALOVA

Namzedê serokomariyê yê CHPyê Muharrem Înce got: "Ez niha ji vir diçim Enqereyê, diçim li ber LHByê. Hûn li vir, li ber sandoqan bisekinin. Ezê jî li ber LHByê bisekinim. Bi îzna Xwedê ev kar wê çêbibe."

Înce ji bo Hilbijartina Serokomarî û Parlamenteriyê ya Heyama 27an raya xwe li Dibistana Navîn a Saffet Çam a Yalovayê da.

Înce, jina wî Ulku, kurê wî Salih Arda û bûka wî Îdîl Goknîl Işiklar Înce di saet 10.30an de bi hev ra hatin dibistanê.

Welatiyan hezkirin û piştgiriyên xwe nîşanî Înce dan.

Înce got "Li ser xêrê be" û raya xwe avête sandoqa ku hejmara wê 1118 e.

Piştî raydayînê Înce daxuyanî da rojnamevanan û wiha got: "Ez spasiya we hemûyan dikim. Ez niha ji vir diçim Enqereyê, diçim li ber LHByê. Hûn li vir, li ber sandoqan bisekinin. Ezê jî li ber LHByê bisekinim. Bi îzna Xwedê ev kar wê çêbibe. Di avabûna Komarê de Yalova baregeha Ataturk bû. Ji sala 1929an heta 1ê sibata 1938an ev der baregeh bû. Waye binihêre, bû baregeh jî."

Înce piştî daxuyaniyê ji bo ku here Enqereyê bi rê ket.

Dema Înce ber bi wesayîta xwe va çû komekê got "TRT derkeve derva".





Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.