Nameya Serokomar Erdogan a "Tirkiyeya Bêteror" gihîşt malbata şehîd a li Wanê

Van
Nameya Serokomar Recep Tayyip Erdogan a "Tirkiyeya Bêteror" gihîşt malbata gundparêzê şehîd Davut Şafak a li Gurpinara navçeya Wanê.
Derya Ilikana Seroka Şaxên Jinan a Navçeya Gurpinarê ya AK Partiyê tevî endamên partiyê li Taxa Savacikê çû ziyareta malbata Şafakê ku di 30ê Nîsanê da dema ji peywira herêma herekata li bakurê Iraqê vegeriya, krîza dil derbas kir û şehîd bû.
Ilikan alaya Tirk û Qur'ana Kerîm diyariyî Aynur Şafaka jina şehîd û her wiha nameya ku ji hêla Serokomar Erdogan taybet ji bo malbatê hatiye nivîsîn, radest kir.
Ilikanê diyar kir ku di ziyareta xwe da wan ji bo pêvajoya "Tirkiyeya Bêteror" bertekên erênî sitandin û wiha dewam kir, "Malbatên şehîdên me dixwazin ku ev pêvajo bidome, zarok êtîm nemînin û her wiha kezeba dê û bavan ji ber kedera ewladên wan neşewite. Em ê timî li cem malbatên şehîdên me û her wiha xaziyên me bin."
Ilikan û yên pê ra li ser qebra Şafak dia kirin û her wiha bi dû ra jî alavên qirtasiyeyê û kinc diyariyî zarokên şehîd kirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.