Tirkiye

Nûnerên medyayê yên ji Asyaya Başûr li Tirkiyeyê tên perwerdekirin

Ji bo nûnerên medyaya welatên Asyaya Başûr ku tê xwestin bila merîfetên xwe yên di qada medyayê da pêş va bibin di navbera 15-28ê Adara 2020î da wê li Stenbolê bi zimanê Îngilîzî perwerdehî bê dayîn.

Abdullah Tel  | 04.02.2020 - Rojanekırın : 06.02.2020
Nûnerên medyayê yên ji Asyaya Başûr li Tirkiyeyê tên perwerdekirin

Ankara

 Ajansa Anadoluyê (AA) û Serokatiya Civakên Eqreba û Tirkên Dervayî Welêt (YTB) bi armanca parvekirina tecrubeyên di qada medyayê ya navbera Tirkiye û welatên Asyaya Başûr da wê Bernameya Perwerdehiya Medya Asyaya Başûr (SAMED) birêva bibin.

Ji bo nûnerên medyaya welatên Asyaya Başûr ku tê xwestin bila merîfetên xwe yên di qada medyayê da pêş va bibin di navbera 15-28ê Adara 2020î da wê li Stenbolê bi zimanê Îngilîzî perwerdehî bê dayîn.

Perwerdehî wê ji hêla rojnamegerên bitecrube yên di qadroya AAyê da ne bê dayîn. Rojnamegerî, Di Rojnamegeriyê da Rojev, Rojnamegeriya Daneyan, Nûçegihaniya Qeyranê, Rêbazên Hevpeyvînê, Sepandinên Wêne û Vîdeoyê wê wek ders bên dayîn.

Di bernameyê da him ji hêla teorîk û him jî ji hêla pratîkê va wê perwerdehî bê dayîn û ji bo çêtir fehmkirina tecrubeyên Tirkiyeyê yên di qada medyayê da jî wê saziyên hevkar bên ziyaretkirin.

Bername bi qasî du hefteyan wê dewam bike û namzedên ji welatên Bangladeş, Hindistan, Nepal, Pakistan, Srî Lanka û endamên dîasporayê yên van welatên navborî dikarin ji ser malpera "www.ytb.gov.tr"ê forma bi îngilîzî tijî bikin û serlêdanê bikin.

Namzed tevlî formê bi vîdeoyeke kurt qala sedema serlêdana xwe bikin û xwe tê da bidin naskirin jî divê heta 13ê Sibata 2020î bişînin navnîşana "asiapacific@ytb.gov.tr"ê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın