Tirkiye

MÎTê terorîstê DEAŞî yê ku di sersalê da amadekariyê êrîşê dikir girt

Utku Şimşek  | 26.12.2025 - Rojanekırın : 26.12.2025
MÎTê terorîstê DEAŞî yê ku di sersalê da amadekariyê êrîşê dikir girt

Ankara

Îstixbarata Teşkîlata Neteweyî (MÎT) di operasyoneke hevbeş digel Rêveberiya Giştî ya Ewlekariyê, Îbrahîm Burtakuçinê terorîstê DEAŞî yê ku di sersalê da amadekariyê êrîşê dikir, li Meletiyê girt.

Li gorî agahiya ku ji çavkaniyê ewlekariyê hat sitandin, di encama xebatên îstixbaratê yên MÎTê da hat tesbîtkirin ku Îbrahîm Burtakuçin li ser navê DEAŞa rêxistina terorê fealiyetê diajjo, heke derfetê bibîne hewl dide biçe herêmên pevçûnê û tevlî DEAŞê bibe û ji bo sersalê di nava amadekariyê êrîşê da bû.

Herwiha hat tesbîtkirin ku Burtakuçinê DEAŞî li nav welêt û dervayî welêt digel gelek sempatîzanê DEAŞê di peywendiyê da bû.

Di encama xebateke hesas a MÎTê da, cihê terorîst Burtakuçin hat diyarkirin û bi hevkariya Rêveberiya Giştî ya Ewlekariyê li Meletiyê hat girtin.

Materyalên dîjîtal û weşanên qedexekirî yên kesê navborî û rêxistinê hatin desteserkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.