Tirkiye

MÎTê Mehmet Gorenê qaşo ji rêveberên DEAŞa rêxistina terorê anî Tirkiyeyê

Yusuf Soykan Bal  | 23.12.2025 - Rojanekırın : 23.12.2025
MÎTê Mehmet Gorenê qaşo ji rêveberên DEAŞa rêxistina terorê anî Tirkiyeyê

Ankara

Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) operasyonek li dar xist û Mehmet Gorenê qaşo ji rêveberên DEAŞa rêxistina terorê ji herêma Efxanistan-Pakistanê qefalt û anî Tirkiyeyê.

Li gorî agahiya ji çavkaniyên ewlekariyê hat wergirtin, MÎTê bi xebatên îstixbarî tesbît kir ku li ser sînorê Efxanistan-Pakistanê di nav rêxistina terorê DEAŞê da kesekî bi eslê xwe Tirk heye.

Diyar bû, kesê navborî di kampên rêxistina terorê DEAŞê da peywira aktîf cîbicî kir û di nav demê da heya rêveberiyê bilind bû.

Hat tesbîtkirin, peywendiya şexsê navborî bi Ozgur Altunê kodnav "Ebû Yasîr El Turkî" ra hebû ku berî niha qefaltin û anîn Tirkiyeyê yê ku roleke aktîf leyîstibû û ji Tirkiyeyê unsûrên rêxistinê derbasî qada Efxanistan-Pakistanê kiribû.

Ji xeynî van hat tesbîtkirin ku şexsê navgorî ew yek qebûl kiriye ku li Efxanistan, Pakistan, Tirkiye û Ewropayê li dijî gelê sivîl çalakiya xwekujiyê bike.

Bi xebatên îstixbarî yên MÎTê hat tesbîtkirin, şexsê ku di bin sîwana qaşo parêzgeha Xoresanê ya DEAŞê da rêveber e û hat peywirdarkirin ku li ser navê rêxistina terorê DEAŞê çalakiya xwekujiyê bike, Mehmet Gorenê kodnav "Yehya" ye.

Eşkere bû ku Goren li Pakistanê ji êrîşên asîmanî yên dijî unsûrên DEAŞê bi saxî filitiye.

Bi xebatên ku bi awayekî hesas hatin meşandin cihê Goren hat tesbîtkirin. Her wiha MÎTê bi van xebatan Goren li qada Efxanistan-Pakistanê qefalt û anî Tirkiyeyê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın