MÎTê 2 terorîstên PKK/KCKyî ku li dijî herêmên baregehê amadehiya êrîşê dikirin, li Iraqê berteref kirin
Ankara
Teşkîlata Îstixbaratê ya Neteweyî (MÎT) li terorîst Ahmet Bayar û Ehmed Îbrahîm El Ehmedê PKK/KCKyî ku li dijî herêmên baregehê amadehiya êrîşê dikirin, li Xwakurka herêma Iraqê bi operasyonê berteref kirin.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên ewlehiyê hat hildan, MÎTê tesbît kir ku ji bo êrîşî herêma baregehê ya Artêşa Tirkiyeyê bikin, telîmat dane mensûbên PKK/KCKya rêxistina terorê Ahmet Bayarê bi kodnavê "Tofan Koçer" û Ehmed Îbrahîm El Ehmedê bi kodnavê "Merwan Zêrevan".
Li ser vê li Xwakurka herêma Iraqê operasyon hat kirin û di operasyonê da terorîst Bayar û El Ehmedê ku li dijî herêmên baregehê amadehiya çalakiyê dikirin, hatin berterefkirin.
Hat gotin ku terorîst Bayarê bi kodnavê "Tofan Koçer" di 2012an da tevî PKKya rêxistina terorê bûye, berê li Sûriyeyê fealiyet kirine, parêzvaniya mensûbên rêxistinê yên payebilind kiriye, terorîst El Ehmedê Sûrîyeyî û bi kodnavê "Merwan Zêrevan" jî di 2014an da li Qendîlê di warê sûîqestê da perwerde dîtiye.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.