Ahmet Aydın
16 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 17 Tîrmeh 2019
Serokê Komara Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Mixabin hejmarek gelek berhem, belge û bûyerên ku dîroka şikomend a gelê me bibîr bîne bi aweyekî qesdî pişt çav kirin. Herçawa ku dara ku koka wê hişk bû nikare li ser pê bisekine, milletên ku girêdana wan bi maziya wan re jî nemî nikarin bijîn."
Serokomar Erdogan li têketina aliyê anadoluyê ya Pira Şehîdan ya 15ê Temûzê, li bin Meqamê Şehîdên 15ê Temûzê beşdarî merasîma vekirina Muzeya 15ê Temûz Hafiza ya ku li ser qadake bi qasî 500 metroçarçikî hat avakirin, bû û gotarek pêşkêş kir.

Erdogan got, "Mixabin hejmarek gelek berhem, belge û bûyerên ku dîroka şikomend a gelê me bibîr bîne bi aweyekî qesdî pişt çav kirin. Herçawa ku dara ku koka wê hişk bû nikare li ser pê bisekine, milletên ku girêdana wan bi maziya wan re jî nemî nikarin bijîn. Dîrok, ne tenê rabirdûya millet e, di heman demê de pusulaya îstîqbalê ye jî."

Serokomar Erdogan wiha pê de çû:
"Yek ji mezintirîn îxaneta dîroka me ya siyasî, bi saya fîdakarî, wêrekî û têkoşeriya gelê me, bû serkeftineke demokrasiyê. Axa Anatoliyê wê şevê (15ê Temûzê) careke din ji me re bû welat. Ji bo ku gelê me careke din janake wiha nejîn û siya derbeyê nekeve ser siyasetê, em Yassiadayê dikin şahidê zindî yê 27ê gulanê. Heke em 15ê Temûzê jibîr bikin, emê nikarin bibin rêgirê rûdana janên hê mezintir, namerdiyên hê mezintir. Îxaneta 15ê Temûzê û bersiva ku gelê me da wê îxanetê, emaneteke wisa ye ku pêdivê ji nifşên nû re bê vegotin. Jibîrnekirin, nehiştina jibîrbûna 15ê Temûzê, bi hunermend, sînemager, mamoste, xwendekar û akademisyanan, erka hevbeş a me hemiyan e."
Erdogan herwiha got, "Heta ku em xwedî li îman, tarîx, çand û herî giring jî li neslaxwe xwdî derkevin, bi îzna xwedê kes nikare vî welatî îşxal bike û vî gelî nike kole. Ji bo ku em ruhên ezîz ên şehîdên xwe nedin ezêb, emê hê bêtir bixebitin, micadele bikin, emê xwe hê bêtir bikişînin mihasebe û miraqebeyê. Ewên ku zen dikin dê bi wan çeteyên îxanetê yên ku xistine nav me de, dê gelê me dîl bigirin, herwekî ku bi sedanê salan dîtin, dîsan dersa xwe sitendin."