Ahmet Aydın
16 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2017
ANKARA
Selayên ku bi mebesta pêkanîna hêzeke xurt a manewî û sepana rûhê yekîtiyê li dijî îxaneta li hember gel bi hewla derbeya namerd ya şeva 15ê temûzê hatibûn xwendin, li 90 hezar mizgeftî dûbare hatin xwendin.
Serokayetiya Karûbarê Diyanetê di çarçoveya bernameyên ku bi şîara "Ji Derbeyên ku Ezan Rawestandin ber bi Selayên ku Derbe Rawestandin" dida xwendin îro li 90 hezarmizgeftî dûbare da xwendin.
Ji aliyekî din ve îşev wê şewqên mizgeft û minareyan heta nimêja sibê neyên vemirandin.