Moşekeka ji Îranê hat avêtin û ket qada hewayî ya Tirkiyeyê bi pergala parastinê ya NATOyê hat berterefkirin
- NATO: Em amade ne ku (Tirkiyeyê) li hember her gefê ku ji her alî va were biparêzin
Ankara
Wezareta Parastina Neteweyî ragihand, moşekeke balîstîk ya ji Îranê hat avêtin û ket qada hewayî ya Tirkiyeyê ji aliyê pergala parastinê ya NATOyê ya ku li Rojhilatê Behra Sipî bi cih bûye va hat berterefkirin.
Wezareta Parastina Neteweyî der barê mijarê da daxuyaniya nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Moşekeke balîstîk ya ji Îranê hat avêtin û ket qada hewayî ya Tirkiyeyê ji aliyê pergala parastinê ya NATOyê ya ku li Rojhilatê Behra Sipî bi cih bûye va hat berterefkirin."
- NATO: Em amade ne ku (Tirkiyeyê) li hember her gefê ku ji her alî va were biparêzin
Piştî ku hêzên NATOyê mûşekên balîstîk ên ji Îranê va ber bi qada asîmanî ya Tirkiyeyê va hatin avêtin berteref kir, NATOyê ragihand ku ew amade ye bersiva her gefên ku ji her alî va bên bide.
NATOyê di daxuyaniyeke nivîskî da ji bo nûçegihanê AYyê got, "NATO amade ye ku li hember her cure gefên ku ji her alî va bên, parastinê bike."
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku hûrgiliyên operasyonê nayên parvekirin û hat gotin ku "Emê pergala xwe ya parastina mûşekên balîstîk li gorî geşedanên gefan biguncînin."
Wezareta Parastina Neteweyî (MSB) ragihandibû ku mûşekên balîstîk ên ku ji Îranê hatibûn avêtin û ketibûn qada asîmanî ya Tirkiyeyê ji aliyê hêmanên parastina asîmanî û mûşekî yên NATOyê yên li Rojhilatê Deryaya Spî bicihkirî va, hatin berterefkirin.
Muhimatên balîstîk a ku ji Îranê hatibûn avêtin û berê xwe dabûn qada asîmanî ya Tirkiyeyê, di 4 û 9ê Adarê da ji aliyê hêmanên parastina asîmanî û mûşekî ya NATOyê va hatibû berterefkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
