Tirkiye

Mizgefta Mezin a ku di erdheja Kahramanmaraşê da zirar dîtibû wê di Şeva Qedrê da dîsa ji îbadetê ra bê vekirin

İzzet Mazı  | 15.03.2026 - Rojanekırın : 15.03.2026
Mizgefta Mezin a ku di erdheja Kahramanmaraşê da zirar dîtibû wê di Şeva Qedrê da dîsa ji îbadetê ra bê vekirin Sinan Doruk

Kahramanmaraş

Li Kahramanmaraşê Mizgefta Mezin a ku di erdheja 6ê Sibata 2023yan da zirar dîtibû, piştî xebatên Midûriyeta Giştî ya Weqfan a Turîzm û Çandê hat nûkirin û wê di Şeva Qedrê da dîsa ji îbadetê ra bê vekirin.

Ev mizgefta dîrokî di navbera salên 1442 û 1454an da ji aliyê Begê Xanedana Dulkadirogluyan Suleyman Beg va hatiye çêkirin û di salên 1500î da jî ji aliyê kurê wî Alauddevle Bozkurt Beg va hatiye berfirehkirin.

Mizgefta ku di erdheja 2023an da zirar dîtîbû, piştî xebatên sal û nîvekê hat nûkirin.

Midûrê Herêma Weqfan a Gazîentabê Erdogan Tunç ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand, mizgefta ku di erdhejê da zirar dît ji bo ku li gor eslê xwe dîsa bê nûkirin, hewl hat dayîn.

Tunç anî ziman ku mizgeft li gor lijneya zanistê ya Midûriyeta Giştî ya Weqfan a Turîzm û Çandê hat nûkirin û wiha axivî: "Mizgefta me ya Mezin piştî ku xebatên nûkirinê qediyan înşallah wê di Şeva Qedrê ya ku ji hezar mehan çêtir e, wê bigîhêje cimaeta xwe. Paşê jî Mizgefta me ya Bogazkesenê (di erdhejê de zirar dîtibû) wê dîsa bigîhêje cimaeta xwe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın