ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beşdarî vekirina Mizgefta Gel a Beştepeyê ya di nav Kuliyeya Serokomariyê da bû û li vir axivî.
Serokomar Erdogan sipasiya kesên ku di çêkirina mizgeftê da ked dan û wiha got: "Ev mizgeft him bi mîmariya xwe, him bi rewşa xwe ya di nava kuliyeyê da û him jî ji bo herêm û Enqereyê muhîm e. Di medeniyeta me da ciyê mizgeftan girîng e. Bi her mizgeftê em mohra xwe li vê axê dixin."
Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da der heqê mizgeftê da agahî da û wiha got: "Mizgeft li ser 5 hezar û 177 mêtroqereyî hatiye çêkirin. Di mizgeftê da bodrim, qata nimêjê û mahfîl heye. Di mizgeftê da qubeyeke navendî û 4 nîvqube hene."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku ji bo astengdaran jî derî hene û got heger bixwazin jin jî dikarin van deriyan biemilînin.
Piştî axaftina Serokomar Erdogan Serokê Karên Diyanetê Prof. Dr. Mehmet Gormez dia kir.
Peyra Serokomar Erdogan û yên pê ra qurdele birîn û mizgeft hat vekirin.
Yên ku beşdarî vekirina mizgeftê bûn li Mizgefta Gel a Beştepeyê nimêja înê kirin.