BÎTLÎS
Serokê Komeleya Karsazên Ciwan ên Bidlîsê (BÎGÎAD) Zekî Peker ji ber meha remezanê li navçeya Hîzanê arîkariya xurekê da 400 malbatî.
Pekerê ku her sal di meha remezanê de li Hîzanê arîkariya xurekê dide malbatên hewcedar, arîkariya xurekê da 400 malbatên ku li navenda navçeyê û gundan hatin tespîtkirin.
Koliyên ku hatin amadekirin ji bo ku belavî malbatan bikin teslîmê Bedîrhan Uguşê Serokê Komeleya Muxtaran a Hîzanê kirin. Uguş got ku karsazê xêrxwaz Zekî Peker her sal arîkariyê dide.
Uguş diyar kir ku ji ber meha remezanê arîkariya xurekê belavî 400 malbatên hewcedar kirin û wiha axivî:
"Karsazê xêrxwaz Zekî Peker ji ber meha remezanê arîkariya xurekê da. Xwedê qebûl bike. Bi rastî jî arîkariyeke gelekî watedar e. Ez li ser navê hemû hîzaniyan spasiya Zekî Peker dikim."