Miqdarên alîkariyên ji bo heywandariyê hatin zêdekirin
- Di çarçoveya alîkariya ji bo dewaran da alîkariya seba noginan ji sedî 40 zêde bû û serê heywanê derket 1400 lîreyî, alîkariya seba sakan ji sedî 180 zêde bû û serê heywanê derket 2 hezar û 800 lîreyî

Ankara
Miqdarên alîkariyên ji bo heywandariyê û her wiha alîkariya ji bo şivanan hatin zêdekirin.
Biryara Serokomar a Guherandina Alîkariyên Heywandariyê yên Sala 2024-2026an di Rojnameya Fermî da weşiya û ji 1ê Rêbendana 2025an û pê va ket rewacê.
Li gorî daxuyaniya Wezaretê ya li ser mijarê, li gorî biryarê, di çarçoveya alîkariya ji bo dewaran da alîkariya seba noginan ji sedî 40 zêde bû û serê heywanê derket 1400 lîreyî, alîkariya seba sakan ji sedî 180 zêde bû û serê heywanê erket 2 hezar û 800 lîreyî. Di çarçoveya alîkariya ji bo pez da jî alîkariya seba kar û berxan ji sedî 50 zêde bû û serê heywanê derket 300 lîreyî, alîkariya seba şivanan di ser 150 pezî da 1,8 qat zêde bû û derket 81 hezar lîreyî.
Alîkariya mozvaniyê jî ji bo hilberînerên ku endamên rêxistinên hilberîner/xwedîker in, serê kewarê 140 lîre, ji bo yên ku endam nînin jî dê 100 lîre be.
Alîkariya kurmê hevrişmê ji sedî 10 hat zêdekirin û serê kîlogramê bû 1100 lîre, alîkariya ji bo tîftik jî ji sedî 100 hat zêdekirin û serê kîlogramê bû 160 lîre.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.