Tirkiye

Milyonek û 32 hezar kesan TEKNOFESTa Stenbolê ziyaret kir

Göksel Yıldırım  | 22.09.2025 - Rojanekırın : 22.09.2025
Milyonek û 32 hezar kesan TEKNOFESTa Stenbolê ziyaret kir

Ankara

Serokê Lijneya Rêveberiyê ya TEKNOFESTê û Serokê Heyeta Mutewelî ya Weqfa Tîma Teknolojiyê ya Tirkiyeyê (T3) Selçuk Bayraktar ragihand ku milyonek û 32 hezar kesan TEKNOFESTa Stenbolê ziyaret kir.

Mezintirîn Mihrîcana Hewagerî, Feza û Teknolojiyê ya dinyayê TEKNOFEST ya ku Ajansa Anadoluyê jî hevkarê wê yê ragihandina global e, bi sponsoriya Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê û Weqfa T3yê li Balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê hat lidarxistin.

Bayraktar li ser hesabê xwe yê NSosyalê jimara kesên ku TEKNOFESTa Stenbolê ziyaret kir, eşkere kir.

Selçuk Bayraktar di parvekirina xwe da wiha got, "Me li Stenbolê bi milyonek û 32 hezar kesan va fînaleke muhteşem kir. Îsal bi tevahî milyonek û 503 hezar kes beşdarî TEKNOFESTA 2025an bûn. Ez spasiya her kesê ku li KKTC, Welatê Şîn û Stenbolê bi me ra bûn, dikim. Hêviya hevdîtinê..."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.