Tirkiye

Mihemedê Sûriyeyî bû xwedî protez

Halil İbrahim Sincar  | 13.10.2021 - Rojanekırın : 20.10.2021
Mihemedê Sûriyeyî bû xwedî protez

Mardin

 Li Kiziltepeya navçeya Mêrdînê Mihemed Huseyînê 5 salî yê ku du sal berê ji ber nexweşiyekê lingê wî yê rastê hatiye jêkirin bi saya xêrxwazekî bû xwedî lingê protez.

Mihemedê kurê Sabrî û Fadileyê yên ji Sûriyeyê dema 3 salî bû lingê wî hat jêkirin û ew bi daran va dimeşiya.

Piştî ku wêneyekî wî li ser medyaya civakî hat parvekirin xêrxwazekî alîkarî da ku lingekî protez ji bo wî bê çêkirin.

Rêvebirên Komeleya Êtîm û Sêwiyan ya Kiziltepeyê û tîmên tenduristiyê lingê protez teslîmî Mihemed kirin ku ew êdî dikare bimeşe.

Sabrî Huseyînê bavê Mihemed kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha axivî: "Lingekî protez ji kurê min ra çêkirin. Ji ber ku dimeşe ew pir kêfxweş e. Xwedê ji her kesê ku alîkarî kiriye razî be. Bi taybetî ji wî xêrxwazî razî be."

Dernek başkanı Sadettîn Kandemirê serokê komeleyê jî got wan dîmenê Mihemed li ser medyaya civakî dîtiye û wiha dewam kir: "Endamên komeleya me Mihemed dîtin û xêrxwazekî jî qebûl kir ku protezê çêbike. Xwedê ji her kesî razî be. Mihemed gavên ewil davêje, em jî şahidê vê yekê ne û em pir kêfxweş in. Înşallah bi saya mirovên dilê wan dewlemend e gelek Mihemed wê bimeşin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın