Tirkiye

Midûrê Giştî yê AAyê Serdar Karagoz: Qerebax seba alema Tirkan di demên dawîn da ji destkeftiyên herî mezin yek e

Elif Küçük, Başak Akbulut Yazar  | 24.10.2021 - Rojanekırın : 26.10.2021
Midûrê Giştî yê AAyê Serdar Karagoz: Qerebax seba alema Tirkan di demên dawîn da ji destkeftiyên herî mezin yek e

Istanbul

Serokê Lijneya Rêvebiriyê ya Ajansa Anadoluyê û Midûrê Giştî Serdar Karagoz serkeftina Azerbeycanê ya li Qerebaxê wekî serkeftineke "avakar" pênase kir û wiha got, "Ev ji bo avakirina yekîtiyê gavek e. Bi serkeftina Qerebaxê ra saziyên me, medyayên me, ajansên me yên nûçeyan, zanîngehên me û akademîsyênên me hemû bi hev ra şa bûn ku karekî hevpar hat kirin û serkeftinek hat bidestxistin. Ev wê ji me ra deriyên nû veke."

Bi mazûvaniya Serokatiya Ragihandina Serokomariyê bi temaya "Rabirdûya Resen, Paşeroja Xurt" "Foruma Medyayê ya Konseya Tirk" hat lidarxistin û Karagoz di panela bi sernava "Wekî Alema Tirk Honandina Paşerojê" da axivî û diyar kir ku ji sedsala 18em pê va Tirk dixwazin bibin yek, carinan êş û jan carinan serkeftin welatan dixe yek, lê her tim tişta ku herî zêde merivan dixe yek û digihîne hev du têkoşîna hevpar e.

Karagoz destnîşan kir ku li Qerebaxê têkoşîneke hevpar hat dayîn û gotina Îsmaîl Gaspirali ya "Yekîtiya ziman, yekîtiya fikr û ramanê û yekîtiya kar" bi bîr xist û daxuyand ku Gaspirali nêzî 100 sal berê ev gotiye û li Qerebaxê jî yekîtiya kar û fikr û ramanê hat dîtin.

Serdar Karagoz diyar kir ku alema Tirk li Qerebaxê ji aliyê fikr û ramanê va jî ji aliyê karbeşiyê va jî yekîtî pêk anî û wiha dewam kir, "Çi qas ji dest hat, em di warê ziman da bûn yek, lê dema em bi temamî lê mêze dikin Qerebax seba alema Tirkan di demên dawîn da ji destkeftiyên herî mezin yek e. Dema em bala xwe didin 50 salên dawîn, me di 1974an da li Qibrisê destkeftiyeke wiha bi dest xistibû. Destkeftiya mezin jî Qerebax e. Me tenê ax qezenc nekir. Bi min Qerebax serkeftine 'avakar' e. Ev ji bo avakirina yekîtiyê gavek e. Bi serkeftina Qerebaxê ra saziyên me, medyayên me, ajansên me yên nûçeyan, zanîngehên me û akademîsyênên me hemû bi hev ra şa bûn ku karekî hevpar hat kirin û serkeftinek hat bidestxistin. Ev wê ji me ra deriyên nû veke.

Karagoz got, "Serkeftin ne tenê li qadê hat qezenckirin, di heman demê da di ragihandinê da jî hat qezenckirin û ev serkeftina ku di warê ragihandinê da hat qezenckirin fikrek da me hemûyan. Îlham jî da. Medyayeke xurtir û stratejîktir."

Karagoz bal kişand, hem di doza Cemal Kaşikçi da û hem jî di serfiraziya Qerebaxê da hat dîtin ku mirov medyayê bi awayekî stratejik bi kar bîne, mirov dikare çi encamê werbigire û wiha dewam kir, "Hem serfiraziya Qerebaxê û hem jî çîroka Cemal Kaşikçi nîşanî me dan ku ji hêla stratejiîk va ragihandin çiqas girîng e. Endustriya Hollywoodê bi salan bi dehan fîlm çêkirin. Bi dehan rêzefîlm hatin çêkirin. Bi muzîkê propagandaya vê yekê hat kirin. Ermenistan di dinyayê da yek ji wan koman e ku wêneya mexdûriyetê herî zêde nîşan dide. Lêbelê vê wêneya mexdûriyetê, timî kirinên wan ên zalimane veşart û nixumand. Helbet heta serfiraziya qerebaxê."

- Tê plankirin Lijneya Giştî ya Yekîtiya Ajansên Bi Tirkî Diaxivin sala 2022yan kom bibe

Serdar Karagoz diyar kir, wekî Ajansa Anadoluy ew dixwazin Yekîtiya Ajansên Bi Tirkî Diaxivin a ku sala 2008an hat damezirandin, hinekî bilivînin û axaftina xwe wiha temam kir:

"Di vê çarçoveyê da em dixwazin di çaryeka ewil a 2022yan da li Antalyayê Lijneya Giştî ya Yekîtiya Ajansên Bi Tirkî Diaxivin kom bikin. Em dixwazin hemû endam bên cem hev û hewzekî hevbeş ê nûçeyan çêkin. Saziyên me çiqas bihêz bin, peyama me ya ji bo siberojê jî dê ewqas bihêz be. Em ê ne bi tenê ajansên welatê xwe vexwînin vê civînê, her wisa em ê entelektuel, rojnamevan, akademîsyen û siyasetmedarên welatê xwe jî vexwînin. Em ê li wir hewza nûçeyan a herî mezin a dinyaya Tirkan ava bikin."

Doç. Dr. Yusuf Ozkirê Endamê Lijneya Rêveberiya AAyê û Endamê Hîndekariyê yê Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Medîpolê jî di rûniştina "Perwerdeya Medyaya Civakî û Têkoşîna Dijî Dezenformasyonê ya di Dinyaya Tirkan da" axivî.

Ozkir bal kişand, hin xalên mecrayên medyaya civakî û rojnamegeriya hemwelatiyan tên rexnekirin ku yek jê rîskên sîber ên di warê ewlekariya dewletan da û ya din jî rîskên li ser jiyana takekesan e.

Doç. Dr. Yusuf Ozkir ji dinyayê û Tirkiyeyê nimûneyên wê yekê dan ku agahî li ser medyaya civakî çawa dezenforme dibin.

Ozkir bal kişand ku mecrayên medyaya civakî rasteqîn in, di dîroka ragihandinê da yên ku mecrayên ragihandinê red kirin têk çûn û lewma jî divê ew yek bêtir were lêkolînkirin ku mirov bi çi awayî bêtir sûd û mefaya civakî û takekesî ji medyaya civakî dikare werbigire.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.