Tirkiye

Midaxeleya li şewata daristana li xeta Orhanelî û Harmancika navçeyên Bursayê di roja 5an da berdewam e

Mustafa Bikeç  | 30.07.2025 - Rojanekırın : 30.07.2025
Midaxeleya li şewata daristana li xeta Orhanelî û Harmancika navçeyên Bursayê di roja 5an da berdewam e

Bursa

 Li xeta navçeyên Bursayê Orhanelî û Harmancikê di roja 5an da midaxele li şewata daristanê tê kirin ku bê temirandin.

Ekîbên îtfaiyeyê û yên Midûriyeta Daristanê ya Herêmê xebatên xwe yên temirandina şewata daristanê didomînin ku di 26ê Tîrmehê da li qada daristanê ya li Taxa Yakuplarê ya navçeya Orhaneliyê dest pê kir û ber bi navçeya Harmancikê dewam kir.

Di xebatan da yên ku bi şev ji bejayê tên meşandin, bi roj jî balafir û helîkopter beşdariyê dikin.

Gelê deverê jî bi tankerên avê yên avêtine pey traktoran va di xebatên temirandina şewatê da piştgiriyê didin ekîban.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın