Tirkiye

Midûrê Giştî yê AAyê Serdar Karagoz bi Midûrê Giştî yê Ajansa Nûçeyan a TASSê Kondraşov ra hevdîtin kir

- Serokê Lijneya Birêvebiriyê û Midûrê Giştî yê Ajansa Anadoluyê (AA) Serdar Karagoz bi Midûrê Giştî yê TASSa ajansa nûçeyan a neteweyî ya Rûs Andrey Kondraşov ra hevdîtin kir

Ekip  | 03.12.2025 - Rojanekırın : 03.12.2025
Midûrê Giştî yê AAyê Serdar Karagoz bi Midûrê Giştî yê Ajansa Nûçeyan a TASSê Kondraşov ra hevdîtin kir

Ankara

Konferans û Civîna Lijneya Birêvebiriyê ya Yekîtiya Ajansên Nûçeyan a Asya Pasîfîkê (OANA) li bajarê Boaoya li Haynana eyaleta Çînê hat lidarxistin.

Serokê Lijneya Birêvebiriyê û Midûrê Giştî yê Ajansa Anadoluyê (AA) Serdar Karagozê ku li Lijneya Birêvebiriyê ya OANAyê AA temsîl kir bi Kondraşovê Midûrê Giştî yê TASSa ku vê heyamê serokatiya lijneya birêvebiriyê ya rêxistinê hildaye ser xwe ra hevdîtina dualî kir.

Karagoz di hevdîtinê da diyar kir ku mafê hildana xebera rast a raya giştî ji ber pêvajoyên dezenformasyonê ya di asta kurewî da zêde bûye di bin tehdîdê da ye, ji ebr vê jî mîsyona ragihandina rastiyê ya ajansên nûçeyan a navneteweyî hê girîngtir dibe.

Karagoz behs kir ku di bin banê AAyê da Edîtoriya Teyîyê ava kirin û bi navê "Xeta Teyîtê" naverokeke weşanê ya nû ava kirin û got ku "Em li vir nûçe yan jî agahiyên ku ji rastiya wan dikevin şikê ji vekolîna teyîtê derbas dikin. Em tora enformasyonê û derfetên piştrastkirinê yên AAyê bi kar tînin muteberî yan jî şaşiya wî bi awayekî îqnaker nîşan didin."

Karagoz hember pirsgirêkên hevpar ên saziyên nûçeyan rû bi rû dimînin girîngiya pêşxistin û hevkariyê destnîşankir û got ku bila serokatiya heyama OANAyê ji birêvebiriya TASSê ra bi xêr be.

- OANA ji bo piştevanî û helwesta hevpar platformeke rast e

Karagoz bal kişand ku saziyên nûçeyan di hin mijarên wekî êrîşên dijî rojnamevanan da piştevaniyê nîşan bidin û helwesteke hevpar nîşan bidin û destnîşan kir ku li Xezeya di bin êrîşên Îsraîlê da nêzî 300î rojnamevan jiyana xwe ji dest dan, OANA dijî vê ji bo bilêvekirina îtirazeke hevpar platformeke rast e.

Serokê Lijneya Birêvebiriyê û Midûrê Giştî yê AAyê Karagoz got Tirkiye hêvî dike ku di navbera Rûsya û Ukraynayê da di demek kurt da aştî pêk bê.

Karagoz bi bîr xist ku Tirkiyeyê di sala 2026an da dê mazûvanî û serokatiya heyamê ya 31emîn a Konferansa Aliyan (COP) ku şaxa biryarê ya herî bilind a Peymana Çarçove ya Guherîna Av û Hewayê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ye bike û diyar kir ku AA dê berî vê lûtkeyê forumeke hawirdor ya ku dê berpirsyariyên saziyên nûçeyan a di pirsgirêkên hawirdor da guftûgo bikin li dar bixe û Kondraşov û ekîba wî ji bo forumê dawetî Tirkiyeyê kir.

Kondraşovê Midûrê Giştî yê TASSê jî ji ber helwesta ku AA di platformên navneteweyî da ji bo TASSê nîşan dide spasiya Karagoz kir û destnîşan kir ku girîngiyê didin pêşketina têkiliyên di navber herdu ajansên nûçeyan û di navbera herdu welatan da.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.