Meteorolojiyê ji bo hin bajarên Başûrê Rojhilatê hişyariya berfê da
Ankara
Li hin bajarên Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê berfeke zêde tê payîn.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, sibê ji destê sibê pê va li rojavayê herêmê berf wê bibare û paşê zêde bike.
Hat daxuyandin ku li Şanliurfa, başûr û rojhilatê Diyarbekirê, Batman, Bidlîs, Sêrt û Wanê berfeke nerm tê pêşbînîkirin, lê li Mêrdîn, Şirnex û Hekariyê berfeke zêde û dem demî jî pir zêde tê pêşbînîkirin.
Hişyarî hat dayîn ku welatî li hemberî astengiyên hatin û çûyînê yên ji ber qeşa û cemedê û her wiha li hemberî şepeya li deverên bilind û berpalan baldar û hişyar bin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
