Meteorolojiyê ji bo Başûrê Rojhilat hişyariya hewaya germ da

Diyarbakir
DIYARBAKIR (AA) - Hat ragihandin ku dê li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ji 5ê tîrmehê roja şemiyê pê va germahiya hewayê 4 an 6 pile derkeve ser asta demsalê.
Li gor daxuyaniya Navenda Hişyarî û Texmînê ya Herêma Diyarbekirê ya Midûriya Herêma 15emîn a Meteorolojiyê germahiya hewayê ya tê texmînkirin ku li herêmê dê derkeve ser asta demsalê dê heta 12ê Tîrmehê roja şemiyê 4 an 6 pile ser asta demsalê ra be.
Tê payîn ku di periyoda navborî da germahiya herî zêde li Diyarbekir, Şanliurfa û Batmanê 44, li Sêrtê 42, Mêrdînû 39 û Şirnexê jî dora 38 pileyê be.
Hat ragihandin ku ji ber germahiya ku dê ser asta demsalê ra be divê di navbera saet 11.00 û 16.00an da kesên nexweşiyên wan ên kronîk hene, îxtiyar û zarok dernekevin cihên vekirî nemînin û baldar bin û bi tevdîr bin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.