Amadehiyên ji bo meşa "Ji Terorê Re Na, Ji Biratiyê Re Erê" ku bi tevkariya 14 rêxistinên karsaz û karkeran hat organîzekirin, temam bûn.
Ew ê 14 rêxistinên karker û karsazan digel bi sed hezaran kes beşdarî meşa dê li Qada Sihhiyeyê di saet 16.30an de bê kirin bibin. Meş dê li qadê dest pê bike û heta Meclisa Yekemîn dewam bike.
Di meşê de dê ji bilî slogana "Ji Terorê Re Na, Ji Biratiyê Re Erê" tu slogan neyê berzkirin. Di meşê de dê ji bilî alaya Tirkiyê tu logo û flamayên saziyên civakî yên sivîl neyên bilindkirin.
Meşvan dê li Qada Sihhiyê kom bibin û ji vir heta ber Meclisa Yekemîn a li Ûlûsê bimeşin. Kom ew ê li ber meclisê sirûda neteweyî bixwîne û piştî vê belav bibe.
Ji ber meşa dê bê lidarxistin piştî saet 12.00an, hin rêyên derdora Qada Sihhiye û Ûlûsê ji çûnûhatinê re bên girtin.
-Ji bo ewlehiyê 6 hezar polês hatin peywirdarkirin
Tê payin ku ji derveyî bajêr 2 hezar otobês bên Enqerê, polês dê li 5 xalên girîng ên Enqerê tewdîran hildin. Welayitên ku ji derveyî bajêr bên dê li qada Navenda Çandê ya Ataturkê park bikin. Heke ku ev qad têrê neke dê Bûlwarê Celal Bayar û qadeke li AŞTÎyê bê bikaranîn. Ev der di çarçoveya plana meşê de hatin veqetandin.
Di mitîngê de dê 6 hezar polês bên peywirdarkirin. Li 7 cihên qadê dê polês xalêna, têketina qadê diyar bikin û bê lêgerîn tu kesî negrin qadê.
Ji destpêka meşê heta dawîbûnê, ji hewayê ve dê polês bi helîkopteran meşê bişopînin û agahiya bidin polêsên wezîfedar ên jêrê.