Tirkiye

Meryema xwendekara lîseyê bi kudikên hirçê yên pêlîstok va hilkişiya serê Çiyayê Agiriyê

Abdullah Söylemez  | 18.08.2024 - Rojanekırın : 24.08.2024
Meryema xwendekara lîseyê bi kudikên hirçê yên pêlîstok va hilkişiya serê Çiyayê Agiriyê

Ağrı

 Li Agiriyê Meryem Erkuşa 15 salî ya bi bavê xwe ra derketiye serê gelek çiyayan, bi kudikên hirçê yên pêlîstok ên xwe û xwîşkên xwe va derket serê Çiyayê Agiriyê.

Çiyayê Agiriyê yê raqim 5 hezar û 137 yê li Bazîda navçeya agiriyê salê çar demsal û herî zêde jî demsala havînê siruşthezên xwemalî û biyanî diezimîne.

Serokê Kuluba Çiyagerî û Werzişên Xwezayê yê Agiriyê (ADAK) Şahabettin Erkuş piştî ku par bi hirçokên pêlîstok ên keçên xwe yên bi navê Meryem, Zerya û Zehra Zînê hilkişiya serê Çiyayê Agiriyê, îsal jî çalakiyeke cuda li dar xist.

Erkuş xwest xeyala keça xwe Meryemê ya werzişvana bi lîsans a xwendekaran pola 10em a Lîseya Fenê ya Agiriyê pêk bîne.

Erkuş tevî keça xwe Meryemê ya kudikên hirçê yên pêlîstok ên xwe û xwîşkên xwe dan cem xwe û her wiha endamên kulubê va ji mezreya Çevirmeyê ya raqim 2 û 200î ya li navçeya Bazîdê dest bi hilkişînê kirin.

Ekîb li qada kampê ya li raqim 3 hezar û 200î şev xwe derbas kir û sibetirê piştî meşeke pir bi zehmet gihîşt zîrweyê. Meryem û endamên din ên kulubê li zîrweyê wextê xwe derbas kirin û hinekî bêhna xwe dan.

Meryema werzişvan bi kudikên hirçê yên pêlîstok ên xwe û xwîşkên xwe va derket serê Çiyayê Agiriyê yê ku derketina serê vî çiyayî xeyala wê bû. Meryema ku li zîrweyê tevî kudikên pêlîstok wêne kişandin di pey va tevî endamên kulubê ji çiyê bêyî pirsgirêk daketin xwarê.

Meryem Erkuşê ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, ew gelekî kêfxweş bû ku ew hilkişiya serê Çiyayê Agiriyê.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın