Merve Özlem Çakır
04 Hezîran 2023•Rojanekirin: 04 Hezîran 2023
Di kabîneya nû ya Pergala Hikûmeta Serokomariyê da Mehmet Şîmşek bû Wezîrê Xezîne û Darayiyê.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di civîna çapemeniyê ya li Koşka Çankayayê li dar xist da endamên kabîneyê yên nû yên Pergala Hikêmeta Serokomariyê eşkere kir.
Kesên ku dê di heyama nû da aboriya Tirkiyeyê bi rê va bibin jî diyar bûn. Mehmet Şîmşekê ku berê jî peywirên wezîrtî û alîkariya serokwezîr a ji aboriyê berpirsyar kir bû Wezîrê Xezîne û Darayiyê.
Şîmşek di sala 1967an da li Batmanê hat dinê, dibistana seretayî û navîn li navenda Batmanê, lîseyê li Kercewsê xwend. Şîmşek di sala 1988an da ji Beşa Îqtisadê ya Fakulteya Zanistên Siyasetê ya Zanîngeha Enqereyê wek duyemîn mezûn bû.
Şîmşek di sala 1993yan da li Zanîngeha Exeterê di beşa fînans û aboriyê da dereceya lîsansa bilind hilda. Paşê di saziyên fînansê yên serele yên Tirkiye, Amerîka û Îngiltereyê da xebitî û di hilbijartinên 22yê tîrmeha 2007an da ji AK Partiyê wekî parlamenterê Gazîentabê hat hilbijartin.
Şîmşek di Hikûmeta 60emîn da bû Wezîrê Dewletê ya ji Xezîneyê Berpirsyar, bi guherîna kabîneyê ya di gulana 2009an da hat îlankirin da wek Wezîrê Darayiyê hat îlankirin. Şîmşek di Hikûmeta 64em,n da peywira Alîkariya Serokwezîr a Ji Aboriyê Berpirsyar kir û di hikûmeta nû ya ku bi serokatiya Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Bînalî Yildirim da hat avakirin da peywira alîkariya serokwezîr a ji aboriyê berpirsyar kir.
Şîmşekê ku Îngilizî dizane zewicî ye û bavê 3 zarokan e.